Rageşiya li Rojhilata Navîn buhayê petrolê jinûve zêde kir

Dewamiya Êrişên DYE'yê yên li ser Îranê û şewata li keştiyeke li Tengava Hurmuzê bazara petrolê xist nava liv û tevgerê. Petrola Brent ji sedî 2,7 zêde bû û bû 90 dolar.

Rageşiya li Rojhilata Navîn zêde dibe, di roja destpêkê ya kar a hefteyê de buhayê petrolê zêde kir. Buhayê warîleke petrola Brent li bazara Asyayê bi rêjeya ji sedî 2,72 zêde bû û gihîşt 90,50 dolarî. Petrola xav a DYE'yê (WTI) jî bi rêjeya ji sedî 2,39 zêde bû û gihîşt 84,46 dolarî.

Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Îngilistanê (UKMTO) diyar kir ku li cihekî bi 15 kîlometreyî dûrî herêma Kumzar a Ûmmanê ya li Tengava Hurmuzê agir bi keştiyekê ket. Li ser sedema şewatê agahî nehate dayin. Bûyerê fikarên li ser ewlekariya li herêmê zêde kir.

Ji pênc parên bazirganiya petrola cîhanê parek di ser Tengava Hurmuzê re derbas dibe.